Di nav kesên ehîl de heqîqeteke bênîqaş e ku destpêka Edebîyata Kurdî, nexasim edebiyata kilasîk, serkanîya xwe ji ‘alim û şêx û meşayîxên Kurd werdigre. Edebîyata Kurdî bi saya keda melayên Kurd ji windabûnê xelas bûye. Melayên Kurd ji ber ku di medresê Kurdistanê de perwerde bûne bi giranî berhemên xwe bi herfên ‘Erebî nivîsîne. Lakîn piştî şoreşa li Tirkiyê di 24ê Çiriya Paşîna 1924ê miladî de ji teref damezrînerên Komara Cûmhûrîyetê ve înqilaba ḥerfan pêk hat. Di encama înqilaba ḥerfan de îm ...