Di edebiyata klasîk de ji wan berhemên herî girîng û taybet yek jî dîwan in ku ev berhemên ku bi navê dîwanê tên binavkirin him ast û qalîteya berhemê û him jî dewlemendî û pêşveçûna wêjeyê û taybetiyên serdem û heyama ku lê hatiye nivîsandin jî nîşan didin. Dîwan ji bilî van taybetiyên xwe bi heman awayî şexsiyet, ziman, uslup, şêwaz, dewlemendî û edîbbûna xwediyê xwe ango nivîskarê xwe ji kesên derdora xwe re didin nasîn. Heta niha gelek berhemên ku aîdî edebiyata klasik in ji teref cûrbecûr n ...